image

PeyamaKurd - Tirkiyê ragihand ku nûnerên Kurd, Ereb, Tirkmen ên ji Efrînê ji bo ku li navenda bajêr xizmetan bidomînin meclis ava kirin.

Li gor îdîayan mezinên bajêr bi dengdayînê meclisa berwext ava kirin.

20 endamên meslicê hene, 11ê wan Kurd, 8ê wan Ereb û yekê wan jî Tirkmen e.

Ji bo seroktiya meclisê jî ji van endamên meclisê Zuheyr Heyderê Kurd hat hilbijartin.

Zekeriye Mihemed, Casim el Sîferî, Ehmed Hac Hesen, Ebdirihman Nacaar, Horu Osman û Mehemed Şêx Reşît jî ji bo lijneya îcrayê ya ku ji 8 kesan pêk tê hatin hilbijartin.

Ji bo ku kesek bibe endamê meclisê dibê ji Efrînê be, li Efrînê jiyana xwe bidomîne. Heyderê serokê Meclisê piştî hilbijartinê daxuyanî da  û got, "Emê ji gelê Efrînê re xizmetê bikin. Heke hemû welatiyên ji Efrînê werin em ê bikaribin hilbijartineke demokratîk bikin. Em ê xwebixwe birêve bibin. Kesên ji Qendîlê an jî ji ciyên din tên ew ê me rêva nebin."