image

Li Zaxo ya ser herêma Kurdistanê tîmeka leşkerên roj ku yên rojavayê Kurdistanê ne, piştî perwerdeyeka bi 4 mehan dewra xwe qedandin.

Perwerda wan bi serkeftin hat ragihandin û rola pêşmergeyên roj li dijî DEAŞê ji aliyê perwerdekaran ve bilind hat nirxandin. Niha 6 hezar pêşmergeyên hêzên roj hene.

Hêzên roj ketibûn nava şerê li dijî DEAŞê û ji wan 52 şehîd hene.300 pêşmerge birîndar û  ji birîndaran 14 pêşmerge seqetiya wan mayînde ye. Hêza pêşmergeyên roj di sala 2012an de hatibû danîn.