image

PYD ragihand ku ew dixwazin li Sûriyê artêşa xwe damezrînin. Li gor rojnama Îngîlîz The Times; ji rêvebirên PYDê Abdulqadir Efedilli bo wan bajarên ku bi alîkariya artêşa Amerîkayê ji DEAŞê distînin gotiye:

“Bo bersiva tehdîdan bidin, em artêşa xwe datînin.”

Efedilli dibêje; hêzên Tirkiye, Îran û Beşar Esad dixwazin axa di destê wan de ji wan bistînin û baweriya xwe zêde bi Amerîkayê tînin. Efedilli weha dewam dike:

"Heya Amerîka li vê derê be, em bawerin ku dê Îran û rejîma Esad hewl nedin ku temamê welat kontrol bikin.”