image

Berdevkê berê yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) Talal Silo, piştî ku ji nav refê HSD revîya û radestî Tirkîyê bû, bû bilbil û dest bi axavtinê kir.

Talal Silo, ji Ajansa Anadolû re axivî, cave xwe girt û devê xwe vekir, tiştê ku di tûrikê wî de hebû yeko yeko rêz kir. Helbet kes nizane bê ka Silo ji îstîxbarata Tirkîyê re çi tiştên nehînî gotiye. Lê ji Ajansa Anadolû re pir tişt gotin.

Silo, kiryarên rêxistinî, siyasî, aborî, plan û projeyên YPG, pêwendîyên bi Qendîlê re, danûstandinên bi Amerîkayê re, navên berpirsên PKK, berpirsên YPG û HSD û gelek tiştên din ji AA re eşkere kir.

Silo, di hevpeyvîna xwe de eşkere kir ku “armanca HSD ew bû ku xwe bighîne Derya Sipî. Amerîkîyan soz dabû HSD û gotibûn ku "Ger hûn Dêra Zorê kontrol bikin, emê korîdorekê heya Derya Sipî ji we re vekin”.

Talal Silo, kesê bi nave Elî Şêr wek berpirsê aborî yê PKK li Sûrîyê destnîşan kir û got ku ew li Qamişlo dijî. Li gor Silo, pareyên ku PKK û PYD ji petrolê bidest dixe li bankayên Lubnanê tên paraztin. Silo, Fermandarê Giştî yê YPG Sîpan Hemo wek piştgir û têkildarê bi Rûsya û pêwendîyên bi pismamê Beşar Esed Husên El Esed re destnîşan kir.

Silo, anî zimên ku PYD û YPG fermanê ji Qendîlê distînin ûli gor biryarên Qendîlê tev digere.

Li gor Silo, damezrandina HSD şano û tiyatro bû û aqilmendê PKK McGurk ê Amerîkî ye.

Talal Silo, dibêje ku Amerîka li ser nave Ereban çekan dişîne lê wan çekan dide YPG. Hejmara çekdarên YPG wek 50 hezar destnîşan dike û dibêje ku ji wan ji %70 çekdarên jin in.

Silo, anîye zimên ku “her çiqasî Şahîn Cîlo serok be jî, lê otorîteyek di ser wî re heye, ew jî Bahoz Erdal e û Bahoz Erdal jî fermanê ji Sabrî Ok destine. Piştî ku Bahoz Erdal çû Qendîlê, Nûreddîn Sofî hat şûna wî. Nûreddîn Sofî ferman didan Şahîn Cîlo”.

Li gor Talal Silo dibêje, tu rol û erka hevserok ü rêvebirên PYD û YPG tuneye, ferman û kiryar tev di destê Qendîlê de ye.

Z.B