image

Kubad Talabanî Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derheqê mûçeyên karmendan de daxuyaniyek belav kir û got:” Em hêvî dikin ku hikûmeta Iraqê ya ku xwedî helwestek mîna partiyekê ye, li pêşiya mûçeyên karmendan de nebe anteng.”

Kubad Talabanî peyamê ji ser hesaba xwe ya Facebookê parve kir û wiha dom kir:”Ne kareke dijwar e ku hikûmeta Iraqê lîsteya mûçeyên karmendên li Herêma Kurdistanê kontrol bike. Tevli vê yekê departmana biyometrik ya Herêma Kurdistanê jî vî îşî bi hêsanî pêk tîne. Ez hêvî dikim Hikûmeta Navendî ya Iraqê jî kar wek Herêma Kurdistanê bi hêsanî bête kirin.”

Hêjayî gotinê ye Serokê Iraqê Heyder El Ebadî beriya niha çend caran anîbû ziman ku mûçeya karmendan bide lê Iraq ji roja 22ê meha yekê û vê de hêj kontrolkirina lîsta Herêma Kurdistanê bidawî nekiriye.