image

PeyamaKurd - Endamê Serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî red dike ku aliyekî diyarkirî armanc girtibin daku bixin derveyî qadê.

Piştî ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê encamên destpêkê yên %85ê dengên hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê belav kir, pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê û senaryoyên ciyawaz, bûne pirsyara xelkê û beşek aliyên siyasî yên ku di hilbijartinan de bi ser ketine.

Endamê Serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî red dike ku aliyekî diyarkirî armanc girtibe daku bixin derveyî qadê û dibêje: “Deriyê me vekiriye ji bo gotûbêjeke berpirsyarane li gel hemû lîsteyên serkeftî, em li gel hemû aliyan gotûbêj dikin, xeta me ya sor li hember tu aliyekî tune ye. Ji bo me baş e ku em hemû çarçoveyeke stratejîk deynin ku çawa di van çar salên bê de, bingeha Kurdistaneke bihêz deynin.”

Hêmin Hewramî herwiha got: “Her aliyekî siyasî li gor îstihqaqa xwe amade be li gel PDKê, mil bide wê berpirsyariya hevbeş, eger ew gavek ber bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) werin, PDK dê du gav ber bi wan aliyan ve biçe, lewma em dê bi berpirsyarî gotûbêj bikin.”