image

Ajansa Nûçeyan ya Sputnikê diyar kir ku PKKê li Zaxoyê êrîşê baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê kiriye û di encama êrişa endamên PKKê ya ser baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê de, nêzî 30 leşkerên tirk hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne. Kesên birîndar ji bo dermankirinê veguhestine Tirkiyeyê.

Nûçeya Spûtnîkê wiha ye: "Çavkaniyekê ji herêma bûyerê ji Sputnikê re diyar kir ku di encama êrişa endamên PKKê ya ser baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê de, nêzî 30 leşkerên tirk hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne. Kesên birîndar ji bo dermankirinê veguhestine Tirkiyeyê.

Herwiha çavkaniyê destnîşan kir ku nêzî 150 leşkerên tirk li baregeha leşkerî ya Girêbiyê hene. Di encama êrişa doh ya endamên PKKê de tankek û wesayîteke zirxî hatine şewitandin û ziyaneke mezin gihîştiye baregehê.