image

Kurdistana Iraqê, bi taybetî bajarê Suleymaniyê bi dereceya 7.3 hejiya. Xelkê deverê ji tirsa derketin derve. Wêneyên erdhejê gelek xerabin.

Erdhej siet di 21.20an de çêbû. Erdhej li dora 40 saniyan dewam kir. Erdhej nêzî Helepçe çêbûye û aliyê dinê yê Helepçeyê, Îrana îro ye ku navçeya Pave li rexekî çiya û Helepçe li rexê dinê dikeve. Erdhej 6 welatan hejandiye. Li Kurdistanê hat ragihandin ku li 8 gundan xesarên mezin çêbûne.

Wezareta tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku di seranserî Iraqê de 6 kes mirine û 235 kes birîndar bûne. Li aliyê Îrane jî bandora erdhejê zêde çêbûye û 6 kes mirine.

Encama erdhejê dibe hêj xerabtir jî bibe. Ev agahî yên ewilîne.