image

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna çapemeniyê de behsa pêwendiyên hukumeta herêma Kurdistanê û welatên cîran kir.

Di behsa têkiliyên Tirkiyê de got ku dema bixwazin Tirkiye ji bo têkiliyê amade ye û têkiliyên wan bi Tirkiyê re her dewam dikin. Ji niha û pêde wê hêj jî têkilî baştir bibin.

Li ser têkiliyên navbera Kurda û Îranê de jî behs kir ku têkiliyên wan berdewamin û dayîn û sitendinan bi Îranê re dikin.

Nêçîrvan Barzanî her weha behsa seredana xwe ya Parîsê kir û ji hevdîtinên wê  derê bi razîbûn behs kir û hêviya wî heye ku Macron roleka baş di mijara diyaloga Bexda û Hewlêrê de bileyîze.

Mijareka dinê jî mijara êrîşên li Xurmatû ye ku êrîş tên ser Kurdên wê derê û ti dezge an saziyeka navdewletî dengê xwe nake. Barzanî bang li dezge û saziyên navdewletî kir ku ber li hember kiryarên Bexdayê derên. Barzanî her weha bang li Neteweyên Hevgirtî kir ku karesata Xurmatuyê bibîne û tedbîran bistîne.