image

PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema cejna Cema ya Êzîdiyan, pîrozbahiyê li xelkê Êzîdî yê Kurdistanê û cîhanê kir. Metna pîrozbahiya serok Barzanî li jêr e.

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan!

Bi helkefta hatina Cejna Cemayê Êzîdiyan, pîrozbahiya xwe pêşkêşî hemû xuşk û birayên Êzîdiyên li Kurdistan û hemû cîhanê dikim. Hêvîdarim ev cejin bibê cihê xweşî û aramiya xuşk û birayên me yên Êzîdiyan û bikarin hemû salek cejin û xweşiyên xwe li aştî û bexteweriyê da bikin.

Her bi vê helkeftê tekez li wê yekê dikim ku pêwîste em hemû aliyek kar ji bo kûrtirbûna çanda pêkvejiyan û birayetî û tebayî ya di navbera pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê bikîn û biparêzîn.”

Mesûd Barzanî

05.10.2018