image

Tunebûna artêşek hevbeş, parçebûna hêzên pêşmerge yek ji kêmasîyên sereke yên desthilatdarîya Kurdistanê ye. Xiyaneta ku li Kerkûkê hat kirin, carek din pêwistîya yekkirina hêzên pêşmerge û damezrandina artêşek hevbeş û netwwî anî holê.

Wek tê zanîn, Wezareta Pêşmerge, berî xiyaneta Kerkûkê hewl dabû ku artêşek netewî û hevbeş ji hêzên pêşmerge yên PDK û YNK pêk bîne. Lê xiyaneta ku ji alî beşek ji YNK û Talabanîyan ve li Kerkûkê hat kirin, darbeyek li pêkanîna artêşa hevbeş jî xist.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, piştî xiyaneta Kerkûkê carek din dest bi hewlên damezrandina artêşek hevbeş û netewî kir. Barzanî, ji bo damezrandina artêşek hevbeş û netewî bi berpirsên pêşmergeyên Kurdistanê re dest bi hevdîtin û şêwr û mişêwrê kir.

Efserê pêşmerge û Endamê Polîtburoya YNK Mistefa Çavreş, da zanîn ku „Serok Barzanî ji bo yekkirina hêzên pêşmerge civînek pêk anîye û bi wî û efserê YNK Şêx Cafer şêx Mistefa re hevdîtinek kiriye“.

Xiyaneta ku li Kerkûkê hat kirin, nîşan da ku artêşek hevbeş, yekgirtî û netewî ji Kurdistanê re pêwist û şert e û heta artêşek netewî û hevbeş pêk neyê, wê Kurd û Kurdistan nikaribin pêşeroja xwe misoger bikin.

Z.B