image

Şerê di navbera HSDê û DAIŞê de ya nêzî bajaroka Hecînê bi pevçûnên giran dom dike. Hat ragihandin 17 terorîstên DAIŞî di vî şerî de hatine kuştin. Li gor agahiyan, kargeha terorîstan ya çêkirina topên hawana jî ketiye destê hêzên HSDê.

HSDê ev 126 roj in di bin navê 'Bagera Cizîrê" operasyonek daye destpêkirin. Di vê operasyonê de gelek terorîstên DAIŞî ji herêmê paqij kiriye.