image

PeyamaKurd - Endamekî din ê serkirdatiya HDKê ku di encama êrişa mûşekî ya Îranê bo ser baregeha wê partiyê de birîndar bûbû,  canê xwe ji dest da. Cîgirê Rêveberê Tendirustiya Koyê jî dibêje, rewşa tendirustiya her du sekreterên niha û yê berê yên HDKê cêgir e û rewşa wan ber bi başbûnê ve diçe.

Cîgirê Rêveberê Tendirustiya Koyê, Şêrwan Celal derbarê amara herî dawîn a qurbaniyên êrişa Îranê ya bo ser baregehên her du partiyên HDK û PDK-Î yan HDKA yên Rojhilatê Kurdistanê de ragihand: “Herî dawî endamê serkirdatiya HDKê, Mihemed Qadirzade ji ber dijwariya birînan, li Silêmaniyê canê xwe ji dest da.”

Cîgirê Rêveberê Tendirustiya Koyê amaje bi rewşa tendirustiya sekreterê berê yê HDKê Xalid Ezîzî û sekreterê niha yê wê partiyê Mistefa Mewlûdî kir û diyar kir: “Rewşa tendirustiya wan cêgîr e. Mistefa Mewlûdî li Silêmaniyê tê çareserkirin û Xalid Ezîzî li ser daxwaza Konsulê Amerîkayê çûye Hewlêrê, daku li Hewlêrê bihê çareserkirin û herwiha ji bo ku Konsulê Amerîkayê derbarê bûyerê de zanyariyan werbigre.”

Bi gotina Şêrwan Celal, 46 kes di êrişa Îranê ya bo ser baregehên herdu partiyên Rojhilatê Kudistanê de, birîndar bûne, ku 9 kes ji wan li nexweşxaneyên Hewlêrê ne, 16 kes ji wan bo Silêmaniyê hatine şandin û ewên din jî li Koyên tên dermankirin.

Şêrwan Celal herwiha tekez kir, ku her li Nexweşxaneya Koyê neştergerî ji 4 kesan re hatiye kirin.

Duh Îranê bi alîkariya firokeyên çavdêriyê êrişeke mûşekî kire ser baregahên Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên Rojhilatê Kurdistanê, ku dikevne navçeya Koyê ya di bin desthilata Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de û di encama êrişê de gelek şehîd û birîndar çêbû.