image

PeyamaKurd- Şandeya Herêma Kurdistanê û şandeya dewleta Îranê di Deriyê Tixûb yê Hacî Omeran de hevdîtinek pêk anîn.

Şandeya Îranê ya di bin serokatiya Alîkarê Waliyê Urmiyê de îro Herêma Kurdistanê ziyaret kir. Şandeya Îranê bi şandeya Kurdistanê ya di bin serokatiya Alîkarê Waliyê Hewlêrê re di Deriyê Tixûb yê Hacî Omeran de hevdîtinek pêk anîn.

Li gorî agahiyan, di hevdîtinê de pêwendiyê ticarî û tûrîstîk yên di navbera her du aliyan de hatin axaftin.

Berî niha jî her du şandeyan bi hev re hevdîtinek pêk anîbûn, lê belê tu encam bi dest nehatibûn xistin. Nêzîkî salekê piştre dîsa ev hevdîtin pêk hat.