image

PiÅŸtî xiyaneta ku li Kerkûkê hat kirin û xiyanetkaran Kerkûk radestî Iraqê û Îranê kirin, rayedarên Iraqê bi piÅŸtgirîya Tehranê bi ser xwe ve çûn, pozê wan bilind bû û zêdetir dijminatîya Kurd û Kurdistanê kirin û dikin.

Di derbarê pozbilindîya rayedarên Bexdayê de Akademîsyen û pisporê siyasî Dr. Saman Åžalî, anî zimên ku Bexda bûye xwedî pozbilindîyek mezin û got: „Lê bila Bexda zanibe ku ew siyaset jê re naçe serî û guhertinên mezin di rê de ne“.

Dr. Saman Åžalî, ji çapemenîyê re anî zimên ku “PiÅŸtî bûyerên 16. 10.2017 Bexda pir pozbilind bûye û dixwaze hemû daxwazên xwe li ser hikûmet û xelkê Kurdistanê ferz bike“ û got: „ Ev pozbilindî û ev siyaseta Bexdayê jê re naçe serî . Ez bawer dikim wê guhertinên mezin li navçeyê çêbibin. Bila Hikûmeta Iraqê zanibe ku ew bûyerên çêbûne ne serketina Ebadî bû, lê karê Îranê bû”.

Saman Åžalî, sedema dîaloga Bexda ya bi Kurdistanê re jî anî zimên û ragihand ku „Bexda neçar e dîalogê bi Kurdistanê re deyne, ji ber ku Hêzên PêÅŸmerge di enîya ÅŸer de serkeftî ne û ya din jî yekdengîya alîyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ye“.


Z.B