image

PeyamaKurd -  Endamê Mekteba Siyasî yê YNKê Mehmûd Sengawî ragihand ku rewşa navxweyî ya partiya wan xerab e û rêveberên wan her rojê daxuyaniyên ji hev xerabtir didin.

Sengawî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku rewşa YNKê her ku diçe nexweştir dibe.

Sengawî got hin endamên wan bi gotinên dijminane hewl didin ku partiyê biçûk bikin.

Herwiha got hin kes dibine asteng ku kongre neyê kirin û ew bi xwe natirse ji partiyê were dûrxistin.