image

PeyamaKurd - Hêzên PYDê endamekî din ê Serokatiya ENKSê li Qamişloyê girtin.

Endamê Nûneratiya ENKS li Hewlêrê Ciwan Dawud ji ragihand, îro seet şeş û nîvê êvarê, Hêzên Asayişê li bajarê Qamişlo bi ser mala wan de girtin, Endamê Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê û Sekreterê Partiya Wekheviya Kurd li Sûriyê Nimet Dawud girtin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

2yê vê mehê jî, Hêzên Asayişê li Qamişloyê, Endamê Serokatiya ENKS û Rêkxerê Tevgera Çaksaziya Kurd li Sûriyê Feysel Yûsif girtibûn û heta niha tu daxûyaniyek li ser girtina wî nehatiye dan.

PYD ji aliyekî ve rastî gef û êrişên Tirkan tê û bi jidestdana deverên di destê xwe de rûbirû ye. Ji dêvla ku PYD digel partiyên Kurd yên Kurdistana Sûriyê bereyekî Kurdistanî ava bike û li hember êrişên dijmin xeta Kurdî biparêze ew siyasetmedaran digire û berê xwe dide Kurdan.