image

Êrîşa ser Efrînê dost û dijminên Amerîkayê eşkeretir kirin. Bi taybet PKK û HUDA-PAR di derbarê êrîşa dewleta Tirk û YPG de helwesta xwe zelaltir kirin û bi vê helwesta hevpişk carek din nîşan dan ku herdu partî jî ji heman kanîyê avê vedixwin.

Rûsya, Sûrîye, Tirkîye û Îran Amerîkayê wek sedema êrîşa ser Efrînê nîşan didin. Li gor wan, heke ne ji Amerîkayê û planên Amerîkayê bûya, wê Tirkîyê êrîşî ser herêma Efrînê nekiribûya. Lê PKK û  HUDA-PAR jî beşdarî heman karwanî bûn, êrîşî Amerîkayê kirin û bi vê helwesta xwe ya dij Amerîkayê piştgirîya Tirkîyê û kujtina Kurdên Efrînê kirin.

Hevseroka Konseya Rêveberîya KCK Besê Hozat, ji ANF re anî zimên û got: “Bi êrîşa ser Efrînê Rûsya û Amerîka dixwazin PKK jar û lawaz bikin, PKK ji çap bixin. Amerîka û dewletên din çavên xwe ji êrîşa ser Efrînê re digrin û bêdeng dimînin. Ew jî şirîkên vî şerî ne”.

Li gor Besê Hozat, Rûsya û Amerîka du dewletên kapîtalîst û dagîrker in û ji bo ku ev herdu dewlet tevger û hêzên azadîxwaz û demokratîk ji xwe re wek tehdît û xeter dibînin, dixwazin wan hêzan ji çap bikin û lawaz bikin.

Serokê HUDA-PAR (Hizbûllah) Zekeriya Yapıcıoğlu, di kongreyek partîya xwe de axivî û got: “ Di eslê xwe de Tirkîye li Efrînê bi YPG û PKK re şer nake, ji ber ku ew hêzên bejayî yên Amerîkayê ne. Tirkîye li Efrînê bi Amerîkayê re şer dike”.

Amerîkî dibêjin ku tu têkilîya PYD û YPG bi PKK re tuneye. Rayedarên PYD jî heman tiştî dibêjin. Berî niha Serokê KCK û PKK Cemîl Bayik jî heman tişt gotibû. Bi gotinên Besê Hozat carek din diyar dibe ku di navbera PKK û YPG de pirsgirêk hene û xurtbûna YPG û PYD li xweşîya rêveberên KCK û PKK nayê.

Di derbarê Efrîn, êrîşa dewleta Tirk û YPG de Tirkîye, Rûsya, Sûrîye, Îran, PKK û HUDA-PAR heman zimanî bi kar tînin û dijminatîya Amerîkayê dikin. Helbet bi dijminatîya Amerîkayê re piştgirîya Tirkîyê û êrîşên Tirkîyê jî tên kirin.

Mirov bike neke pirsek di serê mirov de çêdibe:

Çawa ku Şingal û Kerkûk radestî Iraq û Îranê hat kirin, gelo PKK û HUDA-PAR dixwazin Efrîn jî radestî Sûrîyê yan Tirkîyê bê kirin?

Z.B