image

PeyamaKurd - PKK  ji gundiyên Kurdistanê yê heywandariyê dikin bi zorê xeracê distîne.

Qaymeqamê Sîdekana Hewlêrê Kurmanc Îzzet got, "Gerîllayên PKKê li 115 gundên Sîdekanê ji gundiyan xeracê distînin û ceza didin kesên xeracê nadin."

Kurmanc Îzzet diyar kir ku PKK ji gundiyên ku hikûmet jî nikare ji wan bacê kom bike xeraceke mezin distîne, gundî ji vî halî aciz in.

Îzzet got ji ber hebûna PKKê her diçe li herêmê bêîstiqrarî zêde dibe, tesîreke neyînî li ser sivîlan dimîne, ji ber ku rêxistin xeracê distîne jî zirar li gundiyan dibe.

Gundiyekî ji Sîdekanê  jî got PKKê çavên xwe berdaye qezenca gundiyan.

Gundiyê ku destnîşan kir PKK bi hin hincetên cuda ji gel xeracê distîne wiha axivî: "Li Sîdekana herêma nêzî sînor PKK ji sed pezî 3 heban distîne. Ji bo 3 serî dewaran jî di mehê da kêmzêde 25 dolarî distîne."

Wî Gundiyî got PKK hişyariyê dide wan ku der heqê rêxistinê da agahiyan nedin derve û wiha pê da çû: "PKK ji kesên li dijî rêxistinê biaxivin hesab dipirse. Kesên li dijî vê derkevin jî rastî revandin û derdestkirinê tên.