image

Piştî erdheja Kurdistanê jimara miriya ji 450 yî derbas bû. Li Kurdistanê 12 hezar xanî ser û binê hev bûn. 2 gund ji nexşeyê derketin. Heya niha 200 erdhej li pey hev çêbûn. Bi hezaran kes şeva xwe li derve derbas kirin.

Piştî erdhejê serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî hat herêma Kurdistanê û bi devê xwe got: “Xaniyên ku dewletê çêkiriye hemû bi erdê re bûne yek. Lê yên ku ji aliyê xelkê de hatine çêkirin saxlem mane.Madem wisaye di projeyan de pirsgirêk hene.”

Ruhani, li vê derê axafitinekî kir û projeyên avahiyan yên ku di dema Ahmedî Nejad de hatine çêkirin rexne kir.