image

Hewla pêkanîna artêşek hevbeş ji bo Yekîtîya Ewrûpayê pêk tê. Hewldanên ku hatibûn destpêkirin, encamên xwe didin û di dawîyê de peymana ewlekarî û paraztinek hevbeş hat îmzakirin.

Yekîtîya Ewrûpayê dixwest û dixwaze ji bo ewlekarî û paraztinek hevbeş ji bo Yekîtîya Ewrûpayê artêşek hevbeş bi navê PESCO damezrîne. Piştî dan û stendinan, reşbeleka peymanê ji alî wezîrên derve û wezîrên berevanî yên welatên Ewrûpayê ve li Brukselê hat îmzakirin.

Hewl û helwesta ku ji alî Fransa û Almanya ve hatibû destpêkirin, bi beşdarbûna 23 welatên Ewrûpayê xurttir bû. Her çiqasî di vê derbarê de Îrlanda, Malta û Portekîz bê biryar bin û hê biryara xwe nedabin jî, lê halîhazir 23 welatên Ewrûpayê ji bo artêşek hevbeş peyman îmza kirine. Danîmarka û Brîtanya biryar dank u beşdarî bê projeyê nebin.

Sedema pêkanîna artêşek hevbeş ji bo Yekîtîya Ewrûpayê, bi taybet bi zêdebûna bûyerên terorê ve tê girêdan. Di van çend salên dawîn de û bi taybet jî piştî derketina ÎŞÎDÊ, kiryar û bûyerên terorê li Ewrûpayê zêdetir bûn û evê yekê jî Ewrûpî xistin nav liv û tevgera pêkanîna artêşek hevbeş ku karibe ewlekarîya welatên Ewrûpayê biparêze.

Fikra pêkanîna artêşek hevbeş ji bo Yekîtîya Ewrûpayê di salên 1990î de derket holê. Lê ev fikir bi gavên hêdî ber bi pêş ve çû heta ku gîha dema îroj.

Peymana bingehîn wê di meha Çileyê Pêşîn (Kanûn) a 2017an de, ji alî serokên dewletên Yekîtîya Ewrûpayê ve bê îmzakirin û bibe fermî.

Bi damezrandina PESCO, Yekîtîya Ewrûpayê dixwaze hem li Ewrûpayê û hem jî di qada navnetewî de bibe xwedî hêzek leşkirî. Bi gotina Brukselê, wê PESCO ji Yekîtîya Ewrûpayê re bibe „şîrîkek ewlekarîya navnetewî û ji paraztina Ewrûpîyan re bibe alîkar“. Ji alîyê din, bi damezrandina PESCO re Yekîtîya Ewrûpa dixwaze mesrefên ku li artêşên welatên Yekîtîya Ewrûpayê dikin kêmtir bike û ji vê artêşa hevbeş 25 heta 100 milyar dolar qezenc bike û bide ser hev.

Pirsa „Gelo wê PESCO ji NATO re bibe asteng, yan jî wê hêza NATOyê lawaz bike?“ jî hat bersivandin. Tê gotin ku wê PESCO ji NATO re nebe asteng, li vajayî wê, wê jê re bibe alîkar, wê barê NATOyê siviktir bike û wê koardînasyonek di navbera PESCO û NATO de bê avakirin.

Z.B