image

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li nêzikî bajarê Şino yê bi ser parêzgeha Ûrmiyeyê di navbera pêşmergeyên PDK-Î û eskerên Îranê de şer û pevçûn qewimiye û di encamê de 9 pasdarên Îranê hatine kuştin û 17 jî birîndar bûne.

Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî serê sibehê li ser sînorê bajarê Şino yê bi ser parêzgeha Ûrmiyeyê komeke pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) êrîşê ser pasdarên Îranê kirin û di encamê de şer û pevçûn derket.

Hat ragihandin ku di encama şer û pevçûnan de 9 pasdarên artêşa Îranê hatin kuştin û 17 jî birîndar bûn lê derbarê ziyanên pêşmergeyan de tu agahî nehatine dayîn.