image

PeyamaKurd - Li Silêmaniyê pêşmerge kom bûn û biryara Meclisa Iraqê ya "betalkirina rayên hêzên ewlehiyê" protesto kirin.

Bi hezaran pêşmerge li ber avahiya Walîtiyê ya Silêmaniyê kom bûn û li dijî Meclisa Iraqê bi avêtina dirûşman bertek nişan dan.

Celal Şêx Nacî li ser navê komê daxuyaniyeke çapemeniyê belav kir û bertek nîşanî biryara Meclisa Iraqê ya ku di 6ê Hezîranê de hatibû eşkerekirin da.

Nacî got ev hêza ku bi hezaran qurban daye nikare ji vê heqê qanûna bingehîn bê mehrumkirin û wiha axivî: "Em vê biryara Meclisa Iraqê şermezar dikin. Ji bo ku ev biryar bê betalkirin emê serî hemû rêyên qanûnî bidin. Em wek pêşmerge vê plana dijminî qebûl nakin û ji dadgeha Iraqê dixwazin ku ev biryar bê betalkirin."

Cîgirê serokê Koma Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistinanê (YNK) û Parlamenterê Meclisa Iraqê Ezîz Evdila jî piştgirî da çalakiyê û got ew dê daxwaza pêşmergeyan bigîhîne Bexdayê û wiha axivî: "Meclisa Iraqê divê di navbera hêzên pêşmergeyan û artêşa Iraqê de cudahiyê neke. Ev dijî qanûna bingehîn e û tê wê maneyê ku bi giştî cezakirin e."

Ji ber hilbijartinên giştî yên li Iraqê yên 12ê Gulanê hemû hêzên ewlehiyê yên li welêt di 9ê gulanê de çûbûn li ser sindoqan û ray dabûn.

Ji ber hinceta di hilbijartinan de hîle hatiye kirin Meclisa Iraqê di 6ê hezîranê de biryar dabû ku hemû ray bi destan bên jimartin û rayên hêzên ewlehiyê yên li Herêma Kurdistanê bên betalkirin. Partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê bertek nîşanî vê biryarê dabûn.