image

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) Mistefa Hicrî ji bo nirxandina bûyerên li Rojhilatê Kurdistanê, ligel hin rayedarên Amerîkî peywendiyê deyne çû Amerîkayê.

Hat ragihandin ku Mistefa Hicrî ji bo axaftina li ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rayedarên Amerîkayê ve hat vexwendin. Li gor agahiyên di dest de, yekem car e ku weke parçeyekî serbixwe, li gel berpirsên Amerîkayê li ser mijara Rojhilatê Kurdistanê gotûbêj tên kirin.

Mistefa Hicrî destnîşan kir ku: "Me bi belge nîşan da ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê, piştî rakirina dorpêça li ser dahat û destkeftên xwe yên li bankayên Amerîkayê wergirtiye. Rakirina dorpêçê bibû sedem ku Îran bikare zêdetir petrolê bifiroşe lê dewsa ku vê dahatê ji bo gelê Îranê xerc bike, ji bo bihêzkirina grûbên terorîstî û dewletên terorîstî yên herêmê, herwiha ji bo pêşxistina desthilata xwe bikar aniye."

Hicî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku "piştî van geşedanan ew li bendê ne ku li Îranê bi taybetî bi riya aliyên nerazî hinek guhertin çêbibin û em hêvîdar in ev guherîn di qezenca xebata Rojhilatê Kurdistanê de bi encam bibe."