image

PENA KURD di daxûyaniyeke nivîskî de îro daxwazê ji rejîma Îranê kir ku helbestvan û berhevkarê Kurd Elî Reza Sepahî serbest berde. PENA KURD di daxûyaniya xwe de bangawaziya saziyên sivîl dike û ji sazî û dezgehan daxwaza bi demildest li hember van kiryarên Îranê dengên xwe derxînin. 

Tevahiya daxûyaniya PEN’a KURD ev e:

“Li hemû rejîmên desthilatdar nivîskar û rewşenbîr bûne sedemên tirsê û her dem desthilatdaran xwestine bi awayekî ya wan bêdeng bikin ya surgun bikin ya zindanî bikin ya jî bikujin!

Hezên ewlehiyê yên Îranê roja pênçşemê helbestvan û berhevkar Elî Reza Sepahî li bajarê Meşhedê desteser kiriye û heta anha tu agahî jê nehatiye wergirtin.

Elî Reza Sepahî beşa fîlolojî ya Frensî li zaningeha Meşhedê kuta kiriye û pîştî zanîngehê dest bi mamostetiya Frensî kiriye. Lê ji ber xebatên xwe yên Kurdî ji kare xwe yên zaningehê hatiye avêtin û demekê dirêj di girtîgehê de maye.

Ji aliye tenduristî de rewşa wî nebaş e û ev girtina anha jî me dixe nava gumaneke mezin ku rewşa wî ji aliyê tenduristiyê xerabtir bibe.

Em bang hemû saziyên sivîl yên raya giştî dikin û bi taybet jî yên nivîskar û rewşenbîran ku li rewşa helbestvan û berhevkar Elî Reza Sepahî derkevin û ji rejîma Îranê daxwaz bikin ku dest ji zextên xwe yên li ser nivîskar û rewşenbîran berdin. Azadiya Elî Reza Sepahî azadiya ramana derbirînêye!”