image

PeyamaKurd - Endamê serkirdatiya PDKê Aras Heso Mîrxan, di pêkanîna hikûmetê de PDK ti post û pişkeka xwe nade ti partiyekê.

Endamê serkirdetiya PDKê Aras Heso Mîrxan di hevpeyvina xwe ya ligel BasNewsê de got, ku çawa Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî jî behs kiribû, em ti post û pişkeka xwe nadin partiyên din. Ev biryara me ya dawiyê ye.

Aras Heso Mîrxan her wiha got, piştî ku encamên fermî yên hilbijartinan hatin ragihandin emê bi partiyên siyasî re dest bi hevdîtinê bikin bo pêkanîna hikûmetê.

Wê çaxê her kes dê li gorî giraniya xwe were dîtin û nirxandin.

Wî berpirsê PDKê anî ziman ku ew ê bi Goranê re jî behsa pêkanîna hikûmetê bikin û got, lê em naxwazin hikûmeteka berfireh (bi beşdariya hemû partiyên siyasî) pêk bînin.

Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartinên Kurdistanê, PDKê 44 kursî bi dest aniye, YNKê 21 kursî, Gorranê 12 kursî, Komelê 7 kursî, Tifaqa Îslah 5 kursî bi dest anîne.