image

PeyamaKurd- Partiyên mezin yên Kurdistanê PDK û YNKê ji bo avakirina hikûmeta Bexdayê ya nû, biryar dabûn ku bi hev re tevbigerin. Di gelek mijaran de her du partiyan li hev kiribûn. Lê belê di mijara Serokomariya Iraqê û walîtiya Kerkûkê de hê li hev nekirine.

Di derbarê mijarê de, endamê rêvebiriya PDKê Ahmed Kanî got ku ji bo hevkariyê, me li hev kiriye.

Kanî wiha dewam kir: Ji bo ku em bi hev re herin Bexdayê em hewl didin ku partiyên Kurdistanî yên dî jî tevlî îttîfaqê bikin. Ji bo Serokomariya Iraqê jî divê em berjewendiyên Kurdistanê bifikirin.