image

PeyamaKurd - PDKê ragihand ku ji bo guman û îtiraz ji holê rabin ew pêşniyaz dikin li sertaserê Kurdistanê deng ji nû ve bi destan werin jimartin.

Mekteba Siyasî ya PDKê îro bi serokatiya Serok Barzanî civiya di dawiya civînê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de behsa îtîrazên aliyên Kurdistanî li ser hilbijartina Silêmaniyê û îdîayên diziyê hat kirin.

PDKê bangewaziya wê yekê kir ku ji bo guman nemînin li sertaserê Kurdistanê deng ji nû ve bi dest werin jimartin.

PDKê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Çend aliyan guman ji pakî û diristiya hilbijarinan heye, PDK jî guman ji encamên destpêkê yên Silêmaniyê heye, her ji ber wê weke ku me di destpêkê de jî ragihandibû, ji bo nehêlana gumanan û parastina ewlehî û aramiyê, eger bi pêwîst bihê zanîn, bila li seranserê Kurdistanê deng bi dest werin cudakirin.”