image

PeyamaKurd - Bi ragihandina encamên ji %85ên Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, PDKê serkeftineke dîrokî tomar kir, Polîtburoya PDKê sedema serkevtinê daxuyaniyek belav kir.

Polîtburoya PDKê di daxuyaniya xwe de diyar kir: "Weke çawa me pêşbînî û texmîn dikir, vê carê jî rêbaza PDKê û Barzanî biser ket û her wek pêşeng ji Kurdistanê re ma. Xewna neyarên kevn û nû bicîh nehat. Di van hilbijartinan de bangeşe û propagendeya derew nikarîbû xelkê Kurdistanê yên hişyar bixapîne."

PDK bal dikişîne ser ku: "Ew serkevtina di helbijartinan de, bi dilsoziya niştimanperwerên weke pêşmerge û xemxwarên serkevtina heq û rastiyê pêk hat, bi hewlên nerawestiyayî yên PDKyiyên dilsoz û cemawerê vefadar pêk hatiye. Ku hemûyan wek yeke tîm hatin meydanê her malbateke û kesûkarên serbilindên şehîdan heta Serok Barzanî û Cîgirê serok û hevevalên Polîtburoya PDKê û encûmena serkirdayetî, hemû liq û kadîr û endaman, pêşmerge û hemû dezgehên asayîşê, rêxistinên jinan, xwendevanan, ciwanan zanayên ayînî, mamoste, akedemisyen, rewşenbîr maqûl, rûspî û eşîretên hemû deverên Kurdistanê."

Herwiha di daxuyaniyê de tê destnîşan kirin: "Ev serkevtina mezin a partiya me ku bi şêweyeke aram û azad, bi hewl û îradeya xelkê pêk hat, serkevtina tevahiya gelê Kurdistanê û serkevtina wan kesan e ku çavê wan li Kurdistaneke bihêz û avedan û xweş e. Lewma em pîrozbahiyeke gerim pêşkêşî xelkê Kurdistanê bi giştî û alîgirên PDKê bi taybetî dikin. Em bi hêvî ne ku ev serkevtina PDKê dê wek hercar bikeve xêr û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê de û dê dawiya tevliheviya siyasî were û dê parlamentoyeke çalak û hikûmeteke bihêz pêk were ku karibin xizmeta xelkê Kurdistanê bikin û çaksazî û guhertinan pêk bînin."

PDK dide zanîn: "Em careke din sozê didin we ku emê her di asta baweriya dengê we de bin û emê li gorî hêviyên we bin. Emê her xemxwarê serbilindî û kerameta mirovê Kurd û Kurdistanê bin. Emê hemû hewlên xwe bidin ji bo avakirina Kurdistaneke bihêz û avedan û xweşguzeran."