image

PeyamaKurd - Kurê Celal Talebanî Pavêlê ku xiyanet li dijî Kurdan kir Pêşmergeyên kevn kom kirin û got: "Pêşmergeyên dêrîn wefadarê rêbaza serokê nemir Mam Celal in."

Pavêl pêşmergeyên dêrîn ên Şarbajêr, Mawet, Dukan û Pêncewîn kom kirin û li ser navê Mam Celal daxwaz ji wan kir ku girêdayî wî bimînin.

Talebanî da ragihandin ku ew dilniyaye ku xwedîderketin li Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê tê wê wateyê ku li ser rêbaza nemir Mam Celal in û dirêjî bi wê rêkê didin.

Pavêl ji bo Kurd negihên armancên xwe yên neteweyî digel dijmin hevkariyê dike û ji bo xwe derxîne paqijiyê jî navê Mam Celal bi kar tîne.