image

Peyamakurd - Hevpeymaniya Demokrasî û Dadmendiyê ya ku bi seroktiya Berhem Salih hatibû avakirin, dê bi navekî din karê xwe bidomîne.

Piştî ku Berhem Salih bû serokomarê Iraqê Partiya Hevpeymaniya ji bo Demokrasî û Dadmendiyê di civîna xwe ya îro 9ê Mijdarê ya Hewlêrê de, biryar wergirt ku navê xwe bike ‘Hevpeymaniya Niştîmanî’.

Endamê Desteya Damezirîner Mihemed Reûf piştî civînê daxuyakirin, “Hevpeymaniyê nehişt Kurdistan rastî krîzên zêdetir bê û em ê kar ji bo berfirehkirina azadiya derbirinê li Herêma Kurdistanê bikin.”

Hevpeymaniya Niştîmanî bi mebesta guhertina nav dê ji bo Kongreya Giştî demê diyar bike.