image

Peyama Kurd / Endamê rêvebirîya KCK û PKK Mustafa Karasu demên dawî bi gotinên xwe û bi dijminatîya ku li hember fitaqa partîyên Kurdistanî kir, bal kişand ser xwe. Ji dema ku hilbijartinên Tirkîyê ketiye rojevê, tenê Mustafa Karasu diaxive, helwesta KCK datîne û biryarê dide.

Mustafa Karasu, yê ku dijminatîya dewletbûna Kurd û Kurdistanê dike û ji Kurdan re “civakek bê jin, bê mêr û ekolojîk“ dixwaze, di hewla pêkanîna tifaqa partîyên Kurdistanî û HDP de jî helwestek dijber û dijminane nîşan da û HDP jî li ser fermana Karasu xwe ji tifaqê dûr xist.

Di vê derbarê de, ango di derbarê Mustafa Karasu û serokatîya KCK û PKK de Osman Ocalan jî eşkere dike ku Karasu “serokê nehînî yê PKK“ ye û gotinên wî li ber çav tên girtin“.

Osman Ocalan, ji K24 re anî zimên û got: “Ji xwe sê rengên HDP hene. Çep, Alewî û Kurd. Rengê herî bi bandor çep in. Di HDP de hejmara Kurdan kêm bûye, siyasetmedarên Kurd avêtin kêlekekê, û hetta malbata me jî. Di lîsteya HDP de redkirina Kurdan heye, em zanin ku haya Ocalan ji helwesta HDP û lîsteya HDP tuneye“.

Wek tê zanîn, 5 partîyên Kurdistanî bi HDP re hewldana tifaqa Kurdî dikirin û Hevseroka HDP Perwîn Buldan jî tifaqa Kurdan bi erênî pêşwazî kiribû. Lê piştî ku Mustafa Karasu li dij tifaqa partîyên Kurd û HDP derket, HDP xwe ji tifaqê vekişand. Di vir de jî dixuye ku bandora Mustafa Karasu di nav PKK de pir e û gotinên wî derbas dibin.