image

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan serkeftina PDKê di hilbijartinên Kurdistanê de pîroz kir.
Serok Barzanî li Selahedîn pêşwazî li Jan Kubisê Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de Jan Kubis, pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijartina Parlemena Kurdistanê û serkeftina Lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê li Serok Barzanî kir û hêviya wê yekê kir ku di zûtirîn demê de Komîsyon encamên dawî ragihîne û Parlamana nû jî dest bi karên xwe bike.

Di beşeke din a vê civînê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û hevkêşeyên nav proseya siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî gotûbêj kirin.