image

PeyamaKurd - Pisporên siyasî li Silêmaniyê dibêjin, serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Hollanda xwedî giringiyeke mezin e, ku nêzîkbûna Kurdistanê ji Holanda dihêle ku pêgeha Kurdistanê li Ewropa bihêztir bibe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Hollanda kir û ligel Serokwezîrê Holanda civiya û di wê hevdîtinê de gelek mijar hatibûn gotûbêjkirin û Nêçîrvan Barzanî piştî wê civînê ragihand ku ew hevdîtin serkeftî û baş bû.

Çavdêrên siyasî û welatiyên Silêmaniyê giringiyeke mezin didin pêwendiyên dîplomatîk ên Kurdistanê li ser asta navdewletî û bi taybetî pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel Hollanda, ji ber ku Hollanda welatekî mezin ê Ewropa ye û berdewam alîkariya Hêzên Pêşmerge û Kurdistanê dike.

Lêkolerê Pêwendiyên Navdewletî Dilşad Namîq ji malpera PDKê re axivî û wiha got: “Ofîsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê dîplomatîk de karên pir baş kirine. Derbarê Hollanda de jî, Hollanda welatekî pir girîng e ji Kurdan re û pêwîst e têkeliyên me pê re bihêz bin, ji ber ku welatekî bi bandor ê Yekîtiya Ewropa ye. Herwiha Hollanda di şerê li dijî DAIŞê de gelekî alîkariya Herêma Kurdistanê kir. Lewma jî diyar dibe ku Holanda jî pêgeh û giraniya Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn nas dike û berdewam daxwaz dike ku Bexdayê hemû mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bide wan.”

Mamosteyê yasayên navdewletî Sîrwan Heme Şerîf jî nêrînên xwe wiha îfade kir: “Ji ber ku berjewendiyên welatên cîran û berjewendiyên Herêma Kurdistanê di cogekê de derbas nabin, pêwîst e Kurd pêwendiyên xwe yên dîplomatîk ligel welatên Ewropa bihêz bikin, ji ber ku çiqasî pêwendiyên Kurdistanê bihêz bin dê hewqasî parastî be. Bi hikmeta Nêçîrvan Barzanî Kurdistanê karî ku wê dorpêça dîplomatîk a li ser xwe bişkîne û pêwendiyên xwe dîsa bihêz bike. Ev serdana şanda Kurdistanê bo Hollanda pir girîng bû, ji ber ku Hollanda yek ji welatên girîng e di nava Yekîtiya Ewropa de.”

Parêzer Hemze Hewramî ku xelkê Silêmaniyê ye, ragihand: “Serdana Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Hollanda pir girîng e, ji ber ku Hollanda welatekî girîng e di Yekîtiya Ewropa de û xwedî bandor e li ser siyaseta Yekîtiya Ewropa. Heriwiha ew pêşweziya li ser asta bilind a Hollanda ji şanda Kurdistanê re tê wateya pêşkeftina karê dîplomatîk ê Kurdistanê, nexasim jî pêwendiyên Kurdistanê ligel welatên Ewropa, ku bandora wan welatan bi awayekî rasterast li ser siyaseta navdewletî û Rojhilata Navîn heye. Pêwîst e Kurdistan van serdan û têkeliyên xwe berdewam bike û dê berhema wan têkeliyan nêzîk û dûr derkeve û bikeve xizmeta pirsa gelê Kurdistanê û rola Nêçîrvan Barzanî jî di wê yekê de pir girîng û dîrokî ye.”