image

Berpirsê ofîsa Neteweyên Hevgirtî (UNHCR) ya Kurdistanê Monica Noro ragihand ku girtina balafirgehên Kurdistanê ji bo alîkariyên mirovî bigihên penaberan, pirsgirêkeka mezin e.

Li gor agahiya ofîsa fermî ya karê derve ya Kurdistanê dibêje, berpirsê karê derve yê Kurdistanê Felah Mistefa, bi berpirsa Neteweyên Hevgitî ya  ofîsa Kurdistanê Monica Noro re hatine cem hev û di derbarê xebatên UNHCR yên Kurdistanê de dayîn û sitendinan kirine.

Monica Noro, ragihand ku pirsgirêka herî mezin girtina balafirgehên Kurdistanê ne ku nahêlin alîkarî bi hêsanî bigihê penaberên li Kurdistanê û weha got: “Pirsgirêka herî mezin ji bo me girtina balafirgehane ku dibe asteng bo gihandina alîkariyên mirovî bo penaberên Kurdistanê.”