image

Parlementerê Kurd Salar Mehmûd û hinek parlementerên din yên Kurdistana başûr xwestin seredana Kurdistana rojava bikin. Lê bi sedema ku navê Salar Mehmûd di lîstê de nebû, rêvebiriya pêşxêbûr nehişt derbasî rojava bibe.

Rêvebirê Pêşxabûrê aşkera kiriye ku belê Salar Mehmûd parlementerê Kurdistanê ye lê ji ber navê di nava lîsta parlementerên ku herin rojava de tinebûye, nehiştine derbasî rojava bibe. Lê parlementerên din hemû derbasî rojava bûne.

Li ser vê mijarê parlementer Salar Mehmûd li Hewlêrê civîneka çapemeniyê lidar xist.