image

Serokê Fransayê Emmanuel Macron, serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dawet kiribû bo Fransayê. Li ser daxwaza Macron do Nêçîrvan Barzanî û heyeta pêre derbasî balafirxaneya Şirnexê bûn û ji wir çûn Îstenbolê. Barzanî tevî heyeta xwe ve îro li Parîsê li Qesra Elysee hevdîtinek pêkanîn.

Di heyeta bi serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re cîgirê wî Qubat Talabanî, Dr.Fûad Huseyîn, berdevkê hukumeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Elî Dolemêrî ku nûnerê hukumeta herêma Kurdistanê li Fransaye hene.

Civîna serokê Fransayê bi serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û heyeta pere dawî lê hat. Di encama civînê de Nêçîrvan Barzanî û serokê Fransayê Emmanuel Macron deketin pêşberê çapemeniyê.

Macron ragihand ku Nêçîrvan Barzanî û heyeta pêre li gel Qubad Talabanî pêşiwaziya wan kir.”Pêwendiyên me bi Kurdistanê re dîrokîne.Her weha têkiliyên me bi Iraqa federal re başin. Kurd û Bexda li dijî terora DEAŞê şereke dijwar kirine û ev ne tenê ji bo Kurdistanê her weha ji bo herêm û seranserê cîhanêye. Kesên ku ji ber şerê li dijî DEAŞê ji warên xwe bûne hatine Kurdistanê û Kurdistan wan hewandiye. Em sipasiya wan dikin.”

Macron weha dewam kir: “Em di çarçoveya Iraqeka yekgirtû de piştgiriyê li Kurdistan û Bexdayê re dikin. Me bi Haydar Ebadî re jî li ser van mijaran di ziyareta wî ya Parîsê de giftûgo kir.Divê di çarçoveya destûra Iraqê de hemû arîşe bên helkirin. Maddeya 140 divê bê cîbicî kirin. Budeçe ya Iraqê divê bi dadwerî di nava herêm û hemû etnîsîteyan de bên parvekirin.Divê rojek zûtir dîyaloga navbera her dû aliyan destpêbike.Em dixwazin hukumeteka federal ya bi hêz hebe da li herêmê seqamgirî bê holê.”

Nêçîrvan Barzanî jî sipasiya serokê Fransayê kir ji bo dawetkirina wî bo Qesra Fransayê û hewldanên wî bo alîkariya herêma Kurdistanê û Iraqê. Barzanî weha dewam kir:

“Me li ser gelek mijaran giftûgoyan kir.Fransa dikare roleka sereke bo arîşeyên navbera me Bexda de bileyîze.Em amade ne di çarçoveya destûra Iraqê de dest bi dayîn û sitendinan bikin.Em li ser 3 an 4 xalan rawestiyan. Em amade ne di çarçoveya qanûna Iraqê de hemû arîşeyên xwe helbikin. Em rêz li biryara dageha federalî ya Iraqê re digrin. Niha pirs eve bê gelo wê seqamgirî li Iraqê hebe an na?”