image

PeyamaKurd - Serokê Desteya Danûstandinkar a Opozisyona Sûriyê Nasir Herîrî got, Îranê 52 navendên leşkerî li başûrê Sûriyê ava kirine ku dixwaze hebûna xwe ya li Sûriyê ji hemû aliyên din xurtir bike. 

Herîrî di civîna Washingtonê ya ‘Grûba Biçûkirî ya taybet bi rewşa Sûriyê’ de wekî serokê şanda opozisyonê beşdarî kir û derbarê binkeyên leşkerî yên Îranê li Sûriyê, agahî dan.

Nasir Herîrî diyar kir ku Îran hewl dide hebûna xwe ya li Sûriyê di tevahiya aliyan de xurttir bike, daku bikaribe rêyeke bejahî di navbera Tehran û başûrê Lubnanê de veke û got, “Komara Îslamiya Îranê heta niha 52 bingeh û navendên leşkerî li başûrê Sûriyê ava kirine.”

Herîrî di civîna navborî de, da zanîn ku divê li Sûriyê proseya siyasî bê destpêkirin daku serwerî û yekîtiya Sûriyê bê parastin û xelkên wê bên rizgarkirin