image

PeyamaKurd - Omer Berzencî ku Kurd e û 14 salan li Wezareta Derve ya Iraqê wek balyoz xebitiye, xwe ji postê serokkomariya Iraqê re kir namzed.

Omer Berzenciyê ku niha Balyozê Iraqê yê li Vatîkanê ye, di beyannameyekê de ragihand: “Ez şerefmend im ku weke kandîdê serokomariyê xwe didim naskirin, ji bo ku bi hev re dest bi avakirina Iraqa xwe bikin, li ser bingeha desturê û parastina yekîtiya Iraqê û parastina sîstema demokrasiyê û tenduristiya ax û av û esmanê wê.”

Omer Berzencî her di beyannameya xwe de têkezî li ser vê yekê dike, ku di jêr silogana serokê hemû Iraqiyan de, wek hevwelatiyekî serbixwe, xwe ji bo posta serokomariyê namzed dike.

Mercên berbijarbûna serokkomariya Iraqê

Divê ji dayikbûyê Iraqê be û ji dayik û bavek Iraqî be.

Jêhatîbûneke temam hebe û 40 sal temenê wî/ê be.

Xwedanê tecrubeya siyasî  û xwedî keramet be û pak û dadperwer û dilsoz be ji bo nîştiman.

Nabe kêmtir ji bawerînameya zanîngehê hebe, ku ji aliyê wezareta xwandina bilind û lêkolînên zanistî ya Iraqê ve îtîrafpêkirî be.

Bi tawana serpêçiya şerefê nehatibe cezakirin.

Nabe rêkarên yasayî yên lêpirsîn û dadperweriyê yan her rêkareke din li hember hatibe kirin.

 

Omer Berzencî kî ye?

Omer Ehmed Kerîm Berzencî di sala 1960î de li Kerkûkê ji dayik bûye.

Di sala 1984an de bawerîname li zanîngeha Bexdayê bi dest aniye.

Di 2017ê de bûye Balyozê Iraqê li Vatîkanê.

Ji 2015 ve heta Sibata 2017an Cîgirê Wezareta Derve ya Iraqê bo karûbarên qanûnî û têkiliyan bûye.

Ji 2013 heta 2015 Balyozê Iraqê li Romanya bûye.

Ji Sibata 2009 ve heta Gulana 2013 Balyozê Iraqê li Libnanê bûye.