image

Miftîyê Siûdî Erebistanê û Serokê Şandeya Oldaran Abdülaziz Al-i Şeyh, berî demekê di kanalek televizyonê de fitûyek derxist û di fitûya xwe de şerkirina li dijî Îsraîl û Cihûyan qedexe kir û got: „Şerê li dijî Cihûyan û kujtina wan ne caîz e“.

Abdülaziz Al-i Şeyh, di derbarê rêxistina Hamas de jî fitûyek belav kir û got ku „ rêxistina Hamas rêxistinek terorîst e û zirarê dide Filistînîyan“.

Abdülaziz Al-i Şeyh, anîbû zimên ku ewê karibin bi artêşa Îsraîlê re şerê Hizbûllahê bikin û bang li Filistînîyan kiribû ku dev ji Hamasê berdin.

Di vê derbarê de Wezîrê Îsraîlê Eyup Kara, Mistîyê S. Erebistan û Serokê Heyeta Oldaran Abdülaziz Al-i Şeyh vexwend Îsraîlê û anî zimên ku ewê bi hatin û serdana Abdülaziz Al-i Şeyh a ji bo Îsraîlê kêfxweş bibin.

Z.B