image

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu wê di 11-12ê Cotmehê de Bexda û Hewlêrê ziyaret bike.

Di derbarê ziyaretê de ji Wezareta Karên Derve yê Tirkiyê daxuyaniyek hate kirin. Li gorî daxuyaniyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu wê di navbera 11 û 12 Cotmehê de Bexdayê ziyaret bike û bi Behrem Salih re hevdîtinekê pêk bîne. Çavuşoglu di heman demê de wê bi erkdarên Iraqî û civaka Tûrkmenan re jî hinek têkiliyan çêbike. Piştre jî wê here Herêma Kurdistanê û li wir jî hinek hevdîtinan pêk bîne.

Tê hevîkirin ku pêwendiyên Tirkiye û Iraqê ji her aliyî ve werin nirxandin û ji bo pêşvebirina têkiliyan wê hinek gav bêne avêtin.