image

PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ku pirsgirêkên Iraqê ji encamên hilbijartinan mezintir in. Herwiha destnîşan kir ku bi hişê xwesepandin û binpêkirina mafê tevahiya pêkhateyan, Iraq aram û serkeftî nabe.

Mesrûr Barzanî ligel Balyozê Romanya yê li Iraqê Iacob Prada civiya û di civînê de pêşhatên siyasî, encamên hilbijartinan, hewla çareserkirina pirsgirêkan û mekenîzma Iraqeke aram û avadankirî hatin gotûbêjkirin.

Derbarê encamên hilbijartinan de, Mesrûr Barzanî ragihand, ku pirsgirêkên Iraqê ji encamên hilbijartinan mezintir in û wek Herêma Kurdistanê ew ligel wê yekê ne ku deng bi destan bêne hejmartin û ji destpêkê ve wan ev helwest ragihandibû, lê pirsgirêka wan li ser hilweşandina dengdana taybet ya Herêma Kurdistanê heye, ku ev binpêkirineke sûkere ye li hember mafê dengdanê.

Mesrûr Barzanî tekez kir, ku ev hişê xwesepandin û bi binpêkirina mafê tevahiya pêkhateyan, Iraq aram û serkeftî nabe.

Derbarê rol û mercên Herêma Kurdistanê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, Herêma Kurdistanê tu Veto li ser tu hevpeymanî û kesekî nîn e. Herwiha her kes yan aliyek amade be kar bike ji bo cibicîkirina destûrê wek yek pakêjê dê piştevaniyê lê bikin.