image

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî de Brett McGurk, bi şanda li gel xwe serdana Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî kir. Di civînê de Kosret Resûl diyar kir, ku YNK girîng dibîne ku aliyên siyasî yên Kurdistanê li ser madeya gotûbêjê bicivin û kêşeyên xwe çareser bikin û milmilaniyên hizbî deynin aliyekî.

Ofîsa rojnamevanî ya Kosret Resûl bi daxuyaniyekê ragihand, ku Kosret Resûl Elî pêşwazî li Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî de Brett McGurk û şanda pê re kir, ku ji Balyozê Amerîka yê li Iraqê Doglus Silliman û Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Stev Vagen pêkhatibû.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku di civînê de herdu aliyan tekezî li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê di demeke zû de kirin û bi girîng dan zanîn, ku hikûmeta nû ya Iraqê, hikûmeta pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzariyan bi welatiyan be û pabendbûna bi destûrê jî bingeha karkirina wê be.

Li gorî daxuyaniyê, herdu aliyan bi berfirehî derbarê posta serokomariya Iraqê û hilbijartina serokomarê nû de gotûbêj kirine û hêvî kirine, ku serokomar bikare roleke erênî di çareserkirina kêşe û nakokiyan de bibîne.

Herwiha her îro piştî bidawîhatina civîna li gel Serok Mesûd Barzanî, Brett McGurk li bajarê Silêmaniyê li gel Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî civiya.

Li gorî agahiyan, McGurk û Qubad Talebanî di vê civînê de derbarê hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de, ku roja 30ê Îlonê hat lidarxistin, û herwiha pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û Kurdistanê de gotûbêj kirine.