image

Peyamakurd - Di encama vekolînên arkeolojîk de, li Girê Zirnakî yê navçeya Erdîşê ya Wanê bermayiyên bajarvaniya modern a 2600 sal berê derket holê.

 Bajarê ku li gor texmîna Şûnwarnasan avahîsaziya heyama Pers û Helenîstîk e, li ser rûbereke 270 hektaran li ser Girê Zirnakî hatiye avakirin.

Avahîsaziya bajarê kevnar bi awayekî xet xetî ye û bi projeyeke ji kûçe, kolan û xaniyan pêk tê 2600 sal berê hatiye avakirin.

Berpirsê Navenda Dîrok û Arkeolojiyê yê Herêma Wanê li Zanîngeha Stenbolê Şûnwarnas Doç. Dr. Erkan Konyar derbarê vedîtina bajarê Girê Zirnakî de dibêje, tê texmînkirin ku li wî bajarî 70 hezar mirovan jiyaye û ligel ku ew dever di sedsala 19an de hatiye keşfkirin jî raza li ser hîn ranebûye.

Konyar dide xuyakirin ku ew dê piştî destûrên yasayî xebatên vekolînê yên ji bo ronîkirina raza li ser Girê Zirnakî bidin destpêkirin.