image

PeyamaKurd-Li ser sînorê navbera Tirkiyê û Îranê dîwar û di ber dîwar de rê tên avakirin ku sînor li dora 560 km ye. Ev ji Hekkariya heya bajarê Ixdirê dewam dike. Niha jî dixwazin bi van tedbîran re li ser sînor fiber optik sensoran deynin.

Li ser sînot dîwarê, barûyên çavdêriyê, têlên ser dîwaran yên bi birek, rêya ku dewriye dikaribin tê de bigerin hene. Alavên ku li ser sînor keşfan dikin hene û balafirên biçûk yên bê mirov danîne ser sînor. Lambayên rohniyê yên enerjiya wan zêde jî danîne ser sînor.

Fiber optik sensor jî dê bê danîn. Dema ku kesek an mirov derbas bibin wê sensor îşaretan bidin qereqolê û qereqol wê karibe di cî de mudaxele bike.