image

PeyamaKurd - Îro  hêzên PKKê li devera Bradost ya sînorî ya ser bi navçeya Sîdekan êrîşî ser hêzeke artêşa Tirkiyê kir.

Jêderekî ji hêza Pasewanên Sînorî ya Iraqê li navçeya Sêdekan ji K24ê re ragihand, îro berî nîvro gerîlayên PKKê êrîşî ser hêzek Tirkiyê ya çiyayê Dêl li devera Bradost kir û zêdetir ji demjimêrekê şerekî giran di navbera wan de berdewam kir.

Wî jêderî got jî: “Gerîlayên PKKê di êrîşa xwe ya li ser hêza Tirkî sûde ji rewşa keşûhewayê dît. Ta niha jî ziyanên leşkerên Tirkiyê û PKKê nehatina zanîn.”

Ji meha Adara bûrî ve artêşa Tirkiyê li navçeyên sînorî yên devera Biradost dest bi operasyoneke berfereh li dijî PKKê kiriye û bi kûrahiya zêdetir ji 20 K.M desbasî nava xaka Herêma Kurdistanê bûye.