image

Peyama Kurd / Zixt û dijminatîya ku PYD û asayîşa wê li ser Kurdên Rojava û Partîyên Kurdên Rojava dike, berdewam e. PYD a ku girtin û revandina endam û rêvebirên partîyên Kurd û partîyên endamên ENKS ji xwe re kiriye encama, vê carê ji endamê PDK-S Şoreş Murad revandin.

Asayişa PYD li bajarê Qamişlo endamê Partîya Demokrat a Kurdistanê – Sûrîye (PDK-S) Şoreş Murad revandin û aqûbeta wî ne diyar e.

Li gor jêderekî PDK-S ragihandiye, derengê şevê tîmek asayîşa PYD ketine mala endamê PDK-S Şoreş Murad û ew revandine. Berî bi demekê asayîşa PYD li Dêrikê dîsa du kadirên heman partîyê girtibûn û revandibûn.