image

Peyamakurd - Li gundê Heftexarî yê navçeya Daqûqê ya Kerkûkê, di encama êrîşa çend kesên nenas de, pêşmergeyê bi navê Şêrko Mihemed jiyana xwe ji dest da.

Hat zanîn ku êrîşa dijî pêşmerge îro li demjimêr 9.30yê sibehê pêk hatiye û pêşmergeyê bi navê Şêrko Mihemed ji Lîwa 16 ya Hêzên Pêşmerge jiyana xwe ji dest daye.

Li gor zanyariyan di encama êrîşê de 6 gule li laşê Şêrko Mihemed ketine û ji ber xedarbûna birînên xwe canê xwe ji dest daye.

Hêjayî gotinê ye, bavê Şêrko Mihemed jî karmandê asayîşa PDKê ye û di Lîwa 16 ya hêzên pêşmerge yên Çemçemalê pêşmerge bûye.