image

PeyamaKurd - Li Kerkûkê bi wesayiteke bombekirî li ber pêşangeheke otomobîlan teqînek rûda û 1 kes mir, 11 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ji Midurê Emniyeta Kerkûkê Elî Kemal hate bidestxistin li taxa Xezra ya Kerkûkê li ber pêşangeheke otomobîlan bi wesayiteke bombekirî teqîn çêbû, di encama teqînê de 1 kes mir û  11 kes jî birîndar bûn.

Bi bandora teqînê 3 wesayitên derdorê bi temamî şewitîn. Herwiha heta niha kesî negirtiye ser xwe.

Hêjayê gotinê ye ku 16ê Cotmeha 2017an artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şebî êrîşî bajarê Kerkûkê kiribûn û ji wê demê ve ewlekariya bajar di destê hêzên Iraqî de ye.