image

Li gorî agahiyên ku hat ragihandin li Îdlîbê teqînek mezin rû daye û di encama teqînê de  ji 18î zêdetir kes mirine.

Dîmenên teqînê ji aliyê aksitvîstên medya civakî ve hatin parvekirin. Teqîn li kolana Selasînê ya li bajarê Idlibê çêbûye. Di vê navberê de ajansa Reutersê jî derbarê teqînê de agahî belav kirin û hejmara miriyên vê teqînê de wek 18an da.Her wiha bi dehan kes jî di vê teqînê de birîndar bûne.